Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Erdogan Nivîsî: Bêfehmîyan Neke!


Nameya Serok Donald Trump ya di 9’ê Cotmehê de ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re şandiye, hat weşandin.

Trump di nameyê de bang li Erdogan dike ku ew li hev bikin.

‘’Tu naxwazî bibî berpirsê kuştina bi hezaran kesan û ez jî naxwazim bibim berpirsê hilweşandina tunekirina aborîya Tirkîyê, lê ez dikarim bibim. Jixwe bi Qeşe Brunson min mînakeke biçûk dabû te’’ Trump nivîsîye.

Trump bi berdewamî ji Erdogan re dibêje ku ‘’Min hin kêşeyên te çareser kirin. Tu dikarî rêkeftineke pir baş çêkî. General Mazlum (Kobanî) bo danûstandinan hazir e û dikare dev ji hin tiştên berê dev jê bernedidan, berde’’

Serokê Amerîka di nameyekê de dîyar dike ku ew nameya ku General Mazlum ji wî re şandîye, bi awayekî veşartî, ji wî re dişîne.

‘’Eger tu vî îşî rast û însanî çêkî, dîrok dê bi awayekî erênî li te binêre lê ku çênebe dê heta hetayê mîna ku li şeytanan binêre dê li te binêre. Nebe mêrekî sert, bêfehmîyan neke. Ezê piştre li te bigerim.’’ Trump nivîsîye.

XS
SM
MD
LG