Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Erdogan Ser Hevdîtina li Washingtonê li Hev Kirin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê axifîn.

Trump û Erdogan li hev kirin ku di 13’ê Mijdarê de li Washingtonê bicivin.

Her du rêber ser pêşketinên dawî yên herêmî jî axifîn.

Donald Trump ji Twitterê ragihand ku bi Erdogan re ser telefonê axaftineke ‘’pir baş’’ kiriye.

Wî dîyar kir ku Erdogan ji wî re gotiye ku wan jimareke endamên Dewleta Îslamî (DAIŞ) girtine ku di nav wan de xanim û xwişka û rêberê wê rêxistinê Ebubekir El Bexdadî jî heye.

XS
SM
MD
LG