Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Stratejîya Ewlekarîya Neteweyî Eşkere Kir


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê Stratejîya Ewlekarîya Neteweyî eşkere kir. Serok Trump da zanîn ku belgeya stratejîya ewlekarîyê di 11 meh de hatiye hazir kirin û ji alîyê hemî wezîrên rêvebirîyê hatiye pejirandin.

Belgeya stratejiyê, bi prensîba ‘’Berê Amerîka’’, ku gotina Trump ya dema kempeyna hilbijartinê bû, li ser çar hêmanên sereke hatiye çêkirin.

Trump, berî hêmanên sereke ragihîne dîyar kir ku rêvebirîyên Amerîka yên berê berjewendîyên Amerîkîyan bi awayekî tam neparastine.

Serok Trump da zanîn ku Peymana Trans Pasîfîk û Peymana Îqlimê ya Parîsê dijî berjewendîyên Amerîka ne û jiber vê ew ji wan peymanan vekişîyane.

Trump peymana navokî ya bi Îranê re careke din rexne kir û da zanîn gefa Koreya Bakur jî tê piştguh kirin.

Di stratejîya Serok Trump de, berevanîya welêt, berevanîya aramîya Amerîka û xurtkirina wê, bi hêzê domandina aştîyê û zêdekirina kartêkirina Amerîka heye.

Trump da zanîn ku yek ji armancên stratejîya ewlekarîya neteweyî di garantîkirina aborîya Amerîka ye.

Serok Trump bang li Pakîstanê kir ku dijî terorê zêdetir tedbîran bistîne û dîyar kir ku bo kêşeya Koreya Bakur jî ji çareserkirina wê dîtir ti rê nemaye.

XS
SM
MD
LG