Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe ku Trump Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê Berê Michael Flynn Efû Bike


Michael Flynn
Michael Flynn

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku dibe ku Serok Donald Trump, Şêwirmendê Ewlekarîya Neteweyî yê berê Michael Flynn efû bike.

Michael Flynn, di lêkolîna ser îdiayên derbarê maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên 2016’an de, li xwe mikur hatibû ku wî ji FBI’yê derew kirine.

Li gor nûçeyên di ajansên navneteweyî de, Serok Trump dibe ku Flynn efû bike lê dîsa guman heye ku ew biryara efûkirinê nede.

Ger Trump, Flynn efû bike ew dê efûya wî ya pêşî ya bo karbidestekî payabilind e.

Flynn dîyar kiribû ku wî ji FBI’yê re ser hevdîtinên bi balyozê Rûsya yê li Washingtonê re derew gotine.

Trump di meha Adarê de gotibû ku ew efûkirina Flynn difikire û dabû zanîn ku FBI û Wezareta Dadê jîyana dijwarî xistine nav jîyana wî.

Serok Trump ji hilbijartina 2016’an vir ve îdiayên ser maytekirina Rûsya ya li hilbijartinên seroktîyê red dike û dibêje ku ew derewên medyayê ne.

XS
SM
MD
LG