Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bi Serokên Ewrupî re Derbarê Vekişîna ji Peymana Parîsê Axifî


Qesra Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Serokê Amerîka Donald Trump piştî biryara vekişîna ji Peymana Îqlimê ya Parîsê, li ser telefonê bi serokên Ewrupî re axifî.

Serok Trump ji Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokwezîra Kanada Justin Trudeau, Serokwezîra Brîtanya Theresa May û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron sedemên vekişînê got.

Li gor daxuyanîyê, Trump ji serokan re dîyar kiriye ku her çiqas Amerîka ji peymana îqlimê vekişîyaye jî ewê jibo parastina avûhewayê pir bixebite.

Bajarvan û sazîyên mezin yên Amerîkî bang li Trump kiribûn ku ji peymana îqlimê venekişe, lê Trump dabû zanîn ku Peymana Îqlimê ya Parîsê jibo Amerîka ne adil e.

Li seranserê cîhanê, li dû Çînê, welatê ku herî zêde karbonên gemarî berdide atmosferê Amerîka ye. Li gor peymanê, Amerîka dê heta 2025'an karbona kirêt 25-28 ji sedê kêm bikira.

XS
SM
MD
LG