Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Serok Trump Dê Anthony Fauci ji Kar Dûr Nexe


Qesira Sipî ragihand ku Serok Donald Trump dê Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşîyên Enfeksîyonî Anthony Fauci ji kar dûr nexe.

Trump ji Twitterê etîketeke ku têde ‘’Faucibiqewitîne’’ hebû belav kiribû û li ser vê gumana jikardûrxistina Fauci ketibû rojeva Amerîka.

Di daxuyanîya Qesira Sipî de hat gotin ku ‘’Gotegotên di medya de bêwate ne û Serok Trump dê Dr. Fauci ji kar dûr nexe’’

Fauci ji kanala CNN’ê re gotibû ku ku ger wan dijî vîrusa korona zûtir tedbîr ragihandana wan dikaribû pirtir kes ji mirinê bifilitandana.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka pirtir ji 570,000 pêketîyên vîrusa korona hene û wê vîrusê li wir heta niha 23,078 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG