Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Piştgirî Dide Mêvandarîya Kupaya Cîhanî ya Futbolê ya 2026'an


Serokê Amerîka Donald Trump bi twîtekê piştgirî da pêşnîyara mêvandarîbûna Kupaya Cîhanê futbolê ku di sala 2026’an de were kirin.

“Amerîka pêşnîyereke xurt kir, ligel Kanada û Meksîka for ku mazuvanîya Kupaya Cîhanê ya 2026’an bike,” Trump di twîta xwe de got.

Serok Trump herwiha bi awayê nedîrekt gefan li dewletên ku dikaerin dijberîya pêşnîyara Amerîka bikin, kir.

“Wê bibe şeremekî mezin, ger welatên ku em tim piştgirî li wan dikin, dijî daxwaza me lobîkarî bikin. Ger ew dewlet (Neteweyên Yekbûyî jî di nav de) piştevanîya me nekin, çima em piştgirîya wan?”

Heta niha tenê Mexrîb (Fas) pêşnîyarek daye Rêxistina Federasyonên Navnetewî ya Futbolê (FIFA) ku mêvandarîya Kupaya Cîhanê ya 2026’an bike.

Li ber e FIFA di civîna Hezîrana 13’an de, li Moskowê biryara xwe eşkere bike ku Kupaya Cîhanê ya 2026’an li ku derê were kirin.

XS
SM
MD
LG