Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Serokwezîra Danîmarka Frederiksen bi Telefonê Peyîvîn


Rojnameya Ritzau ya Danîmarkî ragihand ku Serokwezîra Danîmarka Mette Frederiksen roja Pêncşemê bi telefonê “axaftineke erênî” bi Serokê Amerîka Donald Trump re kiriye û her du derbarê hevkarîya ser ewlekarîyê peyîvîne.

“Her du rêber xencî jimareke babetên din, derheqa pêdivîya xurtkirina hevkarîya ser ewlekarîyê û avakirina polîtîkayên hevbeş axifîn,” rojnamê got.

Trump roja Çarşemê seredana xwe ya Danîmarka betal kiribû, piştî ku Frederiksen bi tundî gotibû ku Grînland ne jibo firotinê ye.

Trump bersîva serokwezîrê Danîmarkî wek “qirêj” bi nav kiribû û biryara Trump ya betalkirina serêdanê bîragiştî ya Danîmarkî şok kiribû.

Xanim Frederiksen gotibû ku peywendîyên wan ya ligel hevbenda wan Amerîka, bi bûyerên dawî xirab nabin.

XS
SM
MD
LG