Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Spasîya General Mazlûm Abdî Kir û Silav ji Kurdan re Şand


Serokê Amerîka Donald Trump îro Çarşemê got ku Tirkîye wê agirbesta heyî mayînde bike û dawî li operayona leşkerî bike.

Trump got ku serfermandarê HSDê General Mazlûm Kobanî telefona wî kiriye û jibo sekinandina şerê Tirkîyê ji wî re spas kir.

Berdevikê HSDê Mustefa Balî jî ragihand ku ew jibo hewilên sekinandina êrîşên hovane yên Tirkîyê û komên cîhadî spasîya Trump dikin.

“Em jibo hewilên Serok Trump yên bê rawestan ji wî re spas dikin jiber ku ew karîbû êrîşên ser gelê me biseknine.”

Trump jî dû re bi twîteke nû spasîya General Mazlum kir û silavên xwe ji gel Kurd re şand.

Serok got ku ew çaverê ye ku General Mazlûm bibîne.

XS
SM
MD
LG