Serokê Amerîka Donald Trump li ber e ku îşev gotara State of the Union anku Rewşa Yekîtîyê pêşkêş bike û tê de bal bikşîne ser aborîyeke hêzdar.
Çaverê ye Trump dê herwiha banga çareserîyeke nepartîyane ji kêşeya koçberî re bike.
Gotara Rewşa Yekîtîyê li pêş rûniştina hevbeş ya Kongresê pêşkêş bike û ewê di televîyonê de bi zindî were weşandin.
Qesra Sipî ragihand ku Trump wê derheqa afirandina karên nû, reformên ekonomî û bacê û herwiha plana wî ya nûkirina binêsazîya Amerîka jî bipeyîve.
Çaverê ye Trump li ser mijarên sîyasetê derve jî biaxife û li ser programa navokî ya Koreya Bakur, Îran û Sûrîyê jî bisekine.