Serokê Amerîka Donald Trump cara yekê îşev gotara Rewşa Yekîtîyê (State of the Union) pêşkêş kir û tê de li ser mijarên cihêrengî peyîvî.
Trump di destpêka axaftina xwe de got ku ew bi hevre Amerîkayeke ewle, hêzdar û serbilind ava dikin.
Wî got ku ew bi vîzyoneke zelal û erkeke rastîn, her roj pêşve diçin ku – Amerîka jibo hemî Amerîkîyan careke din xurt bikin.
“Em ji her Amerîkîyekî dixwazin ku rûmeta keda rojeke xwe bizane; em ji her zarokekî dixwazin ku bi şev li mala xwe ewle be û em ji her hemwelatîyekî dixwazin ku bi vî welatê ku em hez dikin, serbilind be.”
Trump do gotara salane de cîhekê taybet da qanûna bacê ku berî demeke kin di Kongresê de hatibû pejirandin.
“Wek min, berî 11 mehan li vê derê soz dabû gelê Amerîkî, me bi awayê herî berbiçav ya dîroka Amerîkî bac kêm kir û reforma bacê pêk anîn. Bi spasîya kêmkirina bacan, me barê ser Çîna Navîn û karsazan siviktir kiriye.”
Serok di axaftina xwe de, bi berfirehî qala malwêranî û reşbûyerên navxweyî yên wek bahozên hêzdar, gulebarandina ser girseyan, êrîşên ser endamên Kongresê kir û bal kişand ku hemî Amerîkî bu yekdengî hember wan felaketan sekînin.