Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Em Wan Gotinên Dijî Polîsan Şermezar Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump serdana Kenosha ya eyaleta Wisconsin kir.

Trump li Kenosha ya ku bûye yek ji navendên protestoyên dijî nijadperestî û polîsan piştgirîya hêzên ewlekarîyê kir.

‘’Bo em rê li ber tundûtûjîya sîyasî bigirin divê em dijî îdeolojîya tundrê bin. Divê em ew gotinên dijî polîsan yên bi metirsî şermezar bikin.’’ Trump got.

Wî serdana navenda demkî ya Zerevanîya Neteweyî ya li Kenosha kir û pesna wan hêzan da.

Li Kenosha, jiber êrîşa polîsê sipî ya ser Jacob Blake yê reş ji 23’yê Tebaxê vir ve protesto li dar dikevin ku di bûyerên tundûtûjîyê de 2 kes ji alîyê Kyle Rittenhouse yê sipî û 17 salî ve hatibûn kuştin.

Serok Trump berevanîya Rittenhouse kiribû û Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden jî bi piştgirîya ‘’anarşîst’’ û ‘’serhilda’’yan tawanbar kiribû.

Walîyê Demokrat yê Wisconsinê Tony Evers ji Trump xwestibû ku bo girjîya li herêmê gurtir nebe, serdana Kenosha neke.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Trump di sala 2016'an de li Wisconsinê bi ferqeke biçûk bi ser ketibû û ew serdan bo berevanîya bo piştgirîya bo wî girîng tê dîtin.

XS
SM
MD
LG