Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Dîyar Dike ku Trump Ser Radestkirina Fetullah Gulen Tiştek Negotiye


Berdevka Qesira Sipî Sarah Sander dîyar kir ku Serok Donald Trump ji Serokomarê Tirkîyê re negotiye ku ewê Fetullah Gulen radestî wan bikin.

Sanders, di brîfînga rojane de li ser pirsa rojnamevanan da zanîn ku Trump tenê gotiye ku ‘’Emê vê mijarê vekolin’’ û dîyar kir ku heta niha hîn tiştekî nû neqewimîye.

Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan du hefteyên berê li Hilcivîna G20 ya li Arjantînê kom bûbûn.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu gotibû ku Washington ser radestkirina Gulen dixebite.

Gulen li Amerîka dijî û Tirkîyê wî wek rêberê hewildana darbeyê ya sala 2016’an dibîne

XS
SM
MD
LG