Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze 20 ji Sedê Mamosteyan Çek Hilgirin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê pêdaçûnê li ser nêrînên xwe yên derheqa kontrolkirina çekan kir û bi bîragiştî re parve kir.

“Ez dixwazim ku tenê 20 ji sedê mamosteyan, bi nepênî çekan hilgirin da ku pêşî li qirkirinên li xwendingehan bigirin.”

Trump got ewê bixebite ku kirîn û hilgirtina çekan li Amerîka dijwartir be.

“Ezê bi xurtî hewil bidim ku lêpirsîneke berfireh li ser tomara dîroka kesên ku çekan bikirin pêk were û temenê kesên ku bikaribin sîlahên êrîşkirinê bikirin, ji 18 bibe 21 salî.”

Serok Trump da zanîn ku ger mamosteyên bi çekên nepênî, baş werin perwe kirin, ewê bikaribin dempdest bersîva êrîşvanên nexweş bidin û rê li ber qirkirinan bigirin.

XS
SM
MD
LG