Serokê Amerîka Donald Trump dibêje ku qanûnên tundtir yên çekan nedikarî pêşî li êrîşa dawî ya li Teksasê bigirta û bibûya asteng ku zilamekî cîhê bûyerê bersîva êrîşvanê bidaya.
Trump ku di serdana xwe ya pênc welatên Asya de, îro li Koreya Başûr e, da zanîn ku ger bi kirîna çekan dijwartir bûya, hîngê kesên wek wî zilamê wêrek ku teqe li wî êrîşvanê kiribû û ew kuştibû, peyda nedibû.
Wek bersîva pirseke ku gelo piştî malwêranîya mezin ya nav pênc hefteyên borî, ew hizra tundkirina qanûnên hilgirtina çekan dike, Trump dijberîya xwe dîyar kir.
"Li bajarê Chicago binêrin. Qanûnên herî tund yên rakirina sîlahan li wê derê heye lê rewşa wî bajarî maIwêranî ye. Bîr nekin, her çeka wî zilamî tunebûya, hîngê hunê li ser rewşeke gelek xirabtir biaxîfîyana."
Di êrîşa roja yekşemê de 26 kes li dêreke Teksasê hatibûn qir kirin.