Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Îşaretê bi Paşxistina Hilbijartinên Serokatiyê Dide


Serok Trump
Serok Trump

Serokê Amerîka Donald Trump bo cara yekê îşaret bi wê yekê da ku dibe hilbijartinên serokatiya Amerîka jiber sextekarîyan bihê paşxistin, yên ku dê meha Mijdaraîsal bi encam bibin.

Serok Trump dide zanîn ku dengdan bi rêya postê dê bibe sedema sextekarî û nezelaliyê di hilbijartinan da.

Trump di hesaba xwe ya twîterê da roja Pêncşemê postek nû weşand û di nivîse"Li gel dengdanê bi rêya postê, hilbijartinên 2020ê dê bibe hilbijartinek ku neyên çavdêrî kirin û herî zêde sextekarî bihên kirin ku di dîroka Amerîka da qet weha nebûye, ev jî gelek dê giran be bo Amerîka, hilbijartinan paş bêxîn jibo ku xelk bi şêwekê dirûst û parastî dengê xwe bidin."

Heta niha ti belgeyek nîne ku di hilbijartinên Amerîka da carekê sextekarî û nezelalî di dengdana bi rêya saziyên postê da çêbûye.

Serok Trump ew hêz nîne ku biryara paşxistina hilbijartina bide, ku dê 3ê Mijdarê pêk bên, dîroka hilbijartinê ji aliyê Kongresê ve û li gur destûra Amerîka dihêt destnîşan kirin.

Dîroknasê serokatiyê Michael Beschloss weke reaksyon di twîteke xwe d, paşxistina hilbijartinan dê yasya Amerîka binpê bike.

Michael Beschloss nivîskarê 10 pirtûkan li ser dîroka Amerîka di hesaba twîtera xwe da weha nivîsand "qet di dîroka Amerîka da, het ku di şerê navxweyî û di şerê Cîhanî yê Duyan II an da, tevgeriyaneke serkeftî bo paşxistina hilbijartina pêk nehatîye."

Rapirsiyên vê dawiyê didin diyar kirin ku bi zelalî Trump li paş berbijarê Demokrat Joe Biden maye, bi taybet li eylaetên ku ciyên giring yên pêşbirkêya hilbijartinên Amerîka ne.

Rêvebera Ajansa Ewkarîya Cyber û ya Jêrxana Ewlehiya Amerîka, Chris Krebs 17ê Tîrmehê 2020ê gote Înstîtûya Brookings "Min berî niha gotbû û niha jî dibêjim, hilbijartinên 2020ê dê hilbijartnên herî saxlem bin di dîroka nûdem da."

XS
SM
MD
LG