Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Hişyarîya Min Têra Xwe Ne Tund Bû


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku hişyarîya wî ya dijî Koreya Bakur ‘’têra xwe ne tund bûye.’’ Trump da zanîn ku ger Pyongyang dev ji kiryarên xwe bernede, ewê serê wê di belayeke mezin keve.

Trump di serê vê hefteyê de gotibû ku ger Koreya Bakur gefên xwe yên dijî Washingtonê bidomîne ewê ‘’agir û hêrseke ku cîhanê berê nedîtîye bibîne’’

Koreya Bakur, piştî gotinên Trump ragihandibû ku amadekarîyê bo êrîşa muşekî ya dijî Girava Guam ya Amerîka dike.

Pyonyangê derbarê hişyariya Trump ya bi ‘’hêrs û agir’’ jî dîyar kiribû ku ‘’gotinên pûç û vala’’ ne.

Ser gotinên Pyongangê, Serok Trump li New Jersoyê ji rojnamevanan re got ku ‘’belku gotinên min têra xwe ne tund bûn’’

''Ger Koreya Bakur bo êrîşa ser Guamê tiştekî bike, divê di fikarên pir kûr keve, çinku tiştên ku di hişên wan re derbaz nebûne wê werin serê wan'' Trump got.

Trump da zanîn ku ew her tim dixwazin bi Koreya Bakur re dîyalogê çekin, lê 25 sal in ti hewildan bi ser neketine.

Serok Trump herwiha dîyar kir ku serokên berê wî kêşeya Koreya Bakur baş birêve nebirine.

XS
SM
MD
LG