Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Du Bernivîsên Ser Hong Kongê Îmza Dike


Serokê Amerîka Donald Trump du bernivîsên ser Hong Kongê îmza kir.

Du bernivîsên ku ji alîyê her du baskên Kongresê ve hatibûn pejirandin, piştgirîyê didin protestoyên li Hong Kongê.

Bi bernivîsên hatine îmza kirin dê dijî karbidestên Çînê tole werin ragihandin.

Qanûna nû rê li ber Wezareta Derve ya Amerîka vedike ku ser mafên xweserîyê yên Hong Kongê yên di destê Çinê de lêkolînê bike.

Amerîka dê êdî alavên wek gaza rondikrêj, guleyên plastîk nefroşe karbidestên ewlekarîyê yên li Hong Kongê.


XS
SM
MD
LG