Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger li îdlibê Komkujî Çêbe Amerîka Dê Pir Hêrs Bibe


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger li Îdlibê komkujîyek pêk were Amerîka dê ‘’pir hêrs bibe’’

Trump di hevdîtina bi Emîrê Kuweytê Şêx Sabah El Ahmed El Caber El Sabah re, pirseke ser operasyona Îdlibê, ku çaverê ye hikûmeta Sûrîyê bi piştgirîya Rûsya pêk bîne, bersîvand.

Trump dîyar kir ku çavê hemî cîhanê li herêmê ye û ewê ti komkujî li wir çênebe.

‘’Ger komkujî pêk were dê cîhan pir û pir hêrs bibe. Amerîka jî dê hêrs bibe’’ Trump got.

Ser pira ‘’Hûn dê rê li ber vê yekê bigirin?’’, Trump got ku ‘’Ez wir ji nêz vê dişopînim’’

Trump pirsên derbarê kitêba Bob Woodward jî, ku dê çend rojên din derkeve firotanê, bersîvandin.

Di kitêbê de tê îdia kirin ku Trump bi Wezîrê Berevanî yê Amerîka Jîm Mattis re axifîye û fermana kuştina Serokê Sûrîyê Beşar Esad daye.

Trump dîyar kir ku ew li ser kuştinkarîyê nepeyivîne û da zanîn ku îdiayên di kitêbê de derew in.

XS
SM
MD
LG