Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Penaxwazên Neqanûnî li Ser Sînor Werin Vegerandin


Serokê Amerîka Donald Trump îro Duşemê, careke din qanûnên Amerîkî yên ser koçberên neqanûnî li erdê xist ku nehêle kesên ku bi qaçaxî hatine, demûdest werin vegerandin.

Yekîtîya Azadîyên Sîvîl yên Amerîkî (American Civil Liberties Union) roja Yekşemê got ku banga Trump ya dawîkirina rûniştinên dadgehî yên penaxwazên neqanûnî li dijî qanûna bingehîn e.

Lê, Trump li ser Twitterê ew rexne bi tundî red kirin

"Bi hezaran dadwer amade bikî û têkevî proseseke dirêj û tevlihev ne tiştekî maqul e û wê tim nê kêrhatî be. Divê, kesên ku tên Amerîka li ser sînor werin sekinandin û ji wan re werin gotin ku ew nikarin têkevin Amerîka.”

Trump bi berdewamî got ku ger zarok û malbatên wan ji welatên wan re werin şandin, koçberîya neqanûnî wê bi dawî were û mesrefa wê yekê gelek kêmtir be.

Trump îdia kir ku çareserîya rastîn ew e û divê ew AVAKIRINA DÎWARÊ bidomînin.”

XS
SM
MD
LG