Lînkên eksesibilîtî

Bertekên Ser Gotinên Trump yên Hember Koçberan Didomin


Bertekên hemberî gotinên xav yên Serokê Amerîka Donald Trump derbarê Haiti û welatên Afrîqayî didomin.

Trump roja Pêncşemê, li Koşka Sipî li ser koçberan, qanûndaner ecêbmayî hêlan, dema wek hatiye ragihandin ku wî Haiti û welatên Afrîqî wek zibilxane anku goma pîsatîyê bi nav kir.

Wî pirs kir ku çima koçber ji wan welatan tên Amerîka.

Gotinên wî cara yêkê ji alîyê Washington Post, New York Times û CNN ve hatibûn weşandin.

Trump got ku divê Amerîka pirtir rêkê bide kesên ji cîhên wek Norwêc, welatê ku serokwezîrê wê roja Çarşemê li Koşka Sipî bi wî re dîdarek pêk anî.

Koşka Sipî hêş ew report red nekirîne, ku dibêjin Serok Trump, dema derbarê Haiti û Afriqa diaxifî zimanekî neşirîn û çepel bikar anîye.

Ileana Ros-Lehtinen, nûnera Komarî li Florida got ku nayê fêm kirin û bawer kirin ku ev peyîv ji devê serokê Amerîka der dikevin.

Peyîvdara Yekîtîya Afrîqa Ebba Kalondo jî ji Associated Press re got ew bi şîroveyên Trumpku gelek di xemê de ne.

Kongera Nîştimanî ya Afrîqa, partîya desthiltdar li Afrîqaya Başûr jî ragihand ku gotinên Trump êrîşeke gelek tund e.

Peyîvdarê Koşka Sipî, Raj Shah raportên li ser gotinên Trump red nekir. Wî got ku Trump dê her dem rêkê ji biryarên demkî, lawaz û metirsîdar bigire ku zararê digehîne koçberên ku bo jîyaneke baştir, bi awayê qanûnî hatine Amerîka.

Li gor raportan, Trump ew axaftin di dema ku senatorê Demokrat ji Illinois, Dick Durbin behsa rêkeftinekê di navbera senatorên her du partîyan dikir ku dê nêzîkî 800,000 koçberên genc ji dersînorkirinê biparêze.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG