Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Leşkerên Amerîkî Derxin Emê Toleyên Pir Dijwar Bidin Ser Îraqê


Trump
Trump


Parlemana Îraqê roja Yekşemê daxwaz ji hikûmetê kir ku kar bike li ser bidawîanîna hebûna hêzên biyanî li Îraqê.

Serokê Amerîka Donald Trump li ser rojevê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir desthilatîya Îraqê leşkerên Amerîkî derxe, tolayên giran bidin ser Îraqê.

"Ger bi helwestek dijminane bixwazin ku em Îraqê terk bikin, emê toleyên ku qet nehatîye dîtin bidin ser wan. Toleyên li ser Îranê dê li ba van toleyan sivik bimîne " got Serokê Amerîka Donlad Trump.

Donald Trump diyar kir li Îraqê bingeheke ku bihayê wê bi mîlyar dolarane ava kirine.

"Bi mîlyar dolaran ew bingeh ava bû, heta pereyê wê nedin em ji bingehê naçin tu derekî" got Trum.

Hêjayî gotinê ye ku li Îraqê ji 5 hezarî zêdetir leşkerên Amerîkî hene.

XS
SM
MD
LG