Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ber e Trump Îro Derbarê Îranê Biryarên Girîng Ragihîne


Serokê Amerîka Donald Trump, çaverê ye ku îro Înê piştgirîya xwe ji peymana navokî ya bi Îranê bikşîne, lê bi temamî wê peymanê hilneweşîne.

Trump li ber e ku stratejîya nû ya dijî Îranê jî eşkere bike ku karbidestên Amerîkî ew wek stratejîyeke tund bi nav dikin.

Karbidestên Qesra Sipî didine zanîn ku serok dê dîyar bike ku erêkirina peymana navokî ya 2015'an ne di berjewendîya ewlekarîya netewî ya Amerîka de ye.

Erênekirina peymanê wê perîyodeke nû ya 60 rojan bide destpê kirin. Hîngê divê Kongres biryar bide ku tevahî yan beşek ji toleyên aborî yên ser Îranê, ku bi peymana îmzakirî hatibûn rakirin, jinûve deyne yan ne.

Gelek Komarî û Demokrat dijî jinûve danana toleyên aborî ne ku dikarin peymanê bi tevahî pûç bikin û raportên medyayî dibêjin ku reng e, Trump ji Kongresê daxwaxeke wiha neke.

Trump, peyman wek yek ji rêketinên herî xirab ya dîrokê bi nav kiribû û gotibû ku ewê dawî li wê bîne. Wî herwiha gotibû ku Îranê şertên wê peymanê bi cîh neanîne.

XS
SM
MD
LG