Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump bo Îranê Banga Dîyalogê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump bang li rêberên Îranê kir ku dest ji peymana navokî berdin û ji wan xwest bo ku werin bi wî re bicivin.

Trump dîyar kir ku jiber girjîya di navbera Washington û Tehranê de ewê bo alternatîfa leşkerî jî tim hazir bin.

Wî di preskonferansê de da zanîn ku jiber ‘’hin gefên Îranê’’ gemîya firokan ya USS Abrahim Lincoln nêzî Îranê sekinîye, lê zelan nekir ku ew gef çi ne.

Serokê Amerîkî berê jî dîyar kiribû ku ew dixwaze bi rêberên Îranê re bicive lê ti bersiva erênî nehatibû ji Tehranê.

Trump da zanîn ku divê rêberên Îranê bi wî re rûnin û ew tev ‘’peymaneke adil’’ çêkin.

Hêjayî bîrxistinê ye, Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî di rojên borî de gotibû ku ewê ji hin beşên peymana navokî vekişin.

XS
SM
MD
LG