Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Îranê Ser Zêdekirina Uranyumê Hişyar Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, Îran ser zêdekirina uranyumê hişyar kir.

Trump li New Jerseyê ji rojnamevanan re dîyar kir ku divê Îran baldar be.

Wî da zanîn ku Îranê gelek ‘’tiştên xirab’’ kirine û got ku ewê ti car nebin xwedîyê çekên navokî.

Rêvebirîya Tehranê dîyar kiribû ku ewê li gor peymana navokî tevnegerin û uranyumê zêdetir bikin.

Trump got ku Îran bo zêdekirina uranyumê li hincetan digere û dîyar kir ku hincetên ew dibîne ne rind in.

XS
SM
MD
LG