Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze bi Toleyên NY Rê li Ber Bernameya Navokî ya Îranê Bigire


Serokê Amerîka Donald Trump bi preskonferansekê li Qesira Sipî ser toleyên dijî Îranê axifî.

Donald Trump dîyar kir ku wî ji Wezîrê Derve Mike Pompeo xwestiye ku Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ser jinûve anîna toleyên dijî Îranê yên hatibûn rawestandin, agahdar bike.

Trump da zanîn ku ewê toleyên dijî Îranê bi mekanîzmaya snapback (pêşdem) werin ragihandin.

Wî bi bîr xist ku Amerîka du salên berê ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîye got ku ‘’Ew peyman berhema têkçûnê ya sîyaseta derve ya rêvebirîya Barack Obama û Joe Biden bû.’’

Serokê Amerîka dîyar kir ku Îran di serî de El-Qayde bo gelek rêxistinên terorî alîkarîya diravî dike û da zanîn ku bi vekişîna ji peymana navokî, mîlyon dolar ji ser Îranê hatine qut kirin.

Trump bal kişand ser lihevkirina Îsraîl û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û da zanîn ku wan nikaribû bi peymana navokî ya bi Îranê ya ‘’bêwate’’ tiştekî wisa çêkira.

Wî dîyar kir ku ewê nehêlin ku Îran bernameya xwe ya navokî bidomîne û got ku ‘’Her tim mafê Amerîka heye ku bi toleyên rê li ber Îranê bigire ku çekên navokî çêneke’’

Amerîka hewil dabû ku ambargoya çekan ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya dijî Îranê, ku 13 sal in didome û di 18’ê Cotmehê de bi dawî dibe, nû bike lê bi ser neketibû.

Rêvebirîya Amerîka dîyar kiribû ku Îran li gor peymana navokî tevnegerîye û dabû zanîn ku ew bi xala 2231’an ya civatê dixwazin ku mekanîzmaya ku toleyên bi dawî bûne jinûve destpê kirin dide, aktîf bikin.

Karbidestên Rûsya û Çînê jî dibêjin ku Amerîka di sala 2018’an de ji peymana navokî vekişîye û nikare mekanîzmaya ku toleyan jinûve destpê kirin dide çêke.

Amerîka bi bernivîsekê li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî xwestibû ku ambargoya çekan ya dijî Îranê bidome, lê ji 15 endamên civatê bi tenê Amerîka û Komara Domînîk bo bernivîsê dengê erê dabûn.

XS
SM
MD
LG