Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Bang li Îraqîyan Dike ku Dengê Xwe Dijî Îranê Bilind Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump îro di twîtekê de bang li Îraqîyan kir ku dengê xwe li hember Îranê bilind bikin.

“Ji wan bi mîlyonan Îraqîyên azadîxwaz ku naxwazin di bin serwerî û kontrola Îranê de bimînin, dem dema we ye!”

Trump demeke zûtir ya îro Îran sûcdar kiribû ku êrîşên ser balyozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê bi rêve dibe.

Wî hişyarî dabû Îranê ku ewê bi tevahî hesabê kiryar û êrîşên dijî Amerîkîyan bide.

Di êrîşên esmanî yên Amerîkî yên dijî hêza Ketayîb Hîzbulah de herî kêm 25 kes li Îraqê û Sûrîyê hatibûn kuştin û 55 kesên din jî birîndar bûbûn, piştî ku karmendekî Amerîkî di êrîşeke roketî de li bingeheke leşkerî ya Îraqê hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG