Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Deklarasyona Ser Naskirina Serwerîya Îsraîlê ya li Girên Golanê Îmza Kir


Serokê Amerîka Donald Trump deklarasyona ku serwerîya Îsraîlê ya li ser Girên Golanê nas dike, îmza kir.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ku di merasîma îmzakirinê li ba Trump bû, dîyar kir ku biryara Trump ‘’dîrokî’’ ye û spasîya wî kir.

Netanyahu da zanîn ku Girên Golanê di berevanîya rêwa ya dijî Sûrîyê hatiye sitandin û got ku ewê êdî tim di destê Îsraîlê de be.

Hikûmeta Sûrîyê biryara Trump şermezar kir û dîyar kir ku bi awayekî eşkere dijî desthilata wê êrîş li dar ketiye.

Îsraîl di 1967an de ketibû Girên Golanê û di 1981an de serwerîya xwe ya li wir ragihandibû.

XS
SM
MD
LG