Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dijî Koreya Bakur Çekkirina Japonya Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump di serdana Japonya de dîyar kir ku ger Koreya Bakur dijî Amerîka û hevalbendên wê gefan bixwe ewê bêdeng nemînin.

Trump bi hevtayê xwe yê Japon Shinzo Abe re preskonferanseke hevpar li dar xist û da zanîn ku çawa ku ew hevalbendên yên li Rojhilata Navîn yên wek Erebîstana Saudî çekdar dikin, dê bi wî awayî çekan bidin Japonya jî.

Serok Trump nûçeyên ser ‘’xeyalşikestin’’a wî ya bo nexistina muşekeke balîstîk ya Koreya Bakur ya di esmanê Japonya re derbasûyî red nekir.

‘’Dema ku ji Amerîka kirrîna gelek amûrên leşkerî temam kir, ewê li esmên bi hêsanî li muşekan xîne’’ Trump bo Abe got.

Japonya, jiber qanûna bingehîn ya ku dijî cengê ye, tena dema muşekek wî welatî armanc dike yan parçeyên wê li wir dikeve, dikare êrîşî wê bike.

Trump li Tokyo dîyar kir ku Pyongang ‘’dijî cîhana modern gefek e.’’

‘’Hin kes dibêjin ku gotinên min tund in, lê bi gotineke sivik binêrin ku di 25 salên dawî de çi qewimiye’’ Trump got.

Trump da zanîn ku li hember Koreya Bakur‘’serdema sebra stratejîk’’ bi dawî bûye.

Abe, ku li gor serokwezîrên berê yên Japonya li hember Koreya Bakur tundtir e, dîyar kir ku ew jî wek Trump ser ‘’hemî alternatîfên li maseyê’’ difikire û dijî bi dehan kesên ji Koreya Bakur tole ragihandin.

Trump, bo hemwelatîyên Japon yên ku zarokên wan di salên 1970 û 80’an de ji alîyê sîxurên Koreya Bakur ve hatibûn revandin soza xebatê da û dîyar kir ku wî ji malbatên wan kesên wenda ‘’çîrokên pir pir xembar’’ bihîstine.

XS
SM
MD
LG