Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Koçberîya bi Karta Kesk bo 60 Rojan Radiwestîne


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew koçberîya bi karta kesk bo 60 rojan radiwestîne.

Trump da zanîn ku ewê biryara ser rawestandina koçberîyê sibê Çarşemê îmza bike.

‘’Koçberîyê, bo alîkarîya Amerîkîyên bê kar radiwestînim. Em dixwazin berevanîya karkerên Amerîkî bikin’’ Trump got.

Wî da zanîn ku piştî 60 rojan ewê ser koçberîya bi karta kesk nirxandineke nû bikin.

Bi sîstema karta kesk her sal bi qasî 1 mîlyon kes heqê rûniştin û xebata li Amerîka distînin û di dawîya wê qonaxê de ew dikarin serî li hemwelatîbûna Amerîka bidin.

XS
SM
MD
LG