Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Dixwaze di Krîza Kendavê de Rola Navbeynkarî Bilîze


Serokê Amerîka Donald Trump êvara Pêncşemê got ku ew hazir e jibo krîza Kendavê navbeynkarî di navbera Erebîstana Saudî, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî, Misir, Bahreynê û Qatarê de bike.

Trump got ku bi nêrîna wî pêkan e di demeke kin de lihevkirinek pêk were.

“Ku ez bikarim di navbera Qatarê û taybetî jî Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Erebîstana Saudî de rolekê bilîzim û bawer dikim ku di demeke kin de emê rêkeftinekê pêk bînin,” Trump di pfreskonferansa hevbeş de, bi hazirbûna emîrê Kuweytî Şêx Sabah el-Ahmed el-Cabir el-Sabah got.

Erebistana Saudî, Bahreyn, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misir di 5’ê Hezîranê de ambargo danabûn ser Qatarê û peywendî bi wî welatî biribûn, bi sedema ku ew piştgirî dide komên tundrê û hevalbendîya dijminê wan ya herêmî, Îranê dike.

XS
SM
MD
LG