Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Peyvajoya Rakirina Pîyangoya Karta Kesk Destpê Dike


Serokê Amerîka Donald Trump, bo êrîşvanê ku li New Yorkê bi kamyonekê 8 kes kuştin got ku ‘’heywan’’ e.

Trump, li Qesra Sipî berî kombûna civata wezîran dîyar kir ku ewê ji Kongresê daxwaza bidawîkirina Bernameya Vîzaya Cûrbicûrî ya Koçberan, ku wek piyangoya Karta Kesk jî tê zanîn, bike.

‘’Ez îro peyvajoya bidawîkirina bernameya vîzaya cûrbicûrî didim destpê kirin, jibo berevanîya gelê xwe divê em hemî tedbîran bistînin’’ Trump got.

Trump da zanîn ku bo qurbanîyên êrîşê hemî Amerîkî şînê digerînin û dua dikin. Wî dîyar kir ku dibe ku ew êrîşvên dibin Guantanamo.

Serokê Amerîka got ku Sayfullo Saipov kesên din jî anîne wî welatî û dîyar kir ku qanûnên koçberîyê yên Amerîka ‘’wek henekan e’’

Trump di peyamên xwe yên li ser Twitterê jî dabû zanîn ku divê bernameya Karta Kesk were rakirin û dîyar kiribû ku divê pergaleke li gor lîyaqetê were çêkirin û nûnerên Demokrat rexne kiribû.

‘’Terorîst bi saya Bernameya Vîzaya Curbicûrî ya Koçberan, ku ‘fikreke pir baş’ ya Chuck Shumer bû, hat welatê me. Pergaleke li gor lîyaqetê dixwazim’’ Trump nivîsîbû.

Ser van gotinên Serok Trump, berpirsên Amerîkî hîn ti agahî derbarê hatina êrîşvan bi Karta Kesk, ti agahî nedaye.

Berpirsên ewlekarîya New Yorkê didin zanîn ku danûstandinên êrîşvên bi hin kesên di bin lêpirsînê de ne heye û dibêjin ku wî êrîş ‘’ser navê Dewleta Îslamî (DAIŞ)’’ li dar xistiye.

XS
SM
MD
LG