Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Pesnê Biryara Kim Jong Un Da


Serokê Amerîka Donald Trump, ji ser Twitterê ragihand ku Koreya Bakur biryareke “biaqilane û bi mantiq” daye.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un dîyar kiribû ku plana xwe ya avêtina muşekên bi ser Guamê ve, paşve xistiye.

Donald Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê pesnê biryara Kim Jong Un da.

“Kim Jong Un biryareke biaqilane û biryareke ku li ser baş hatiye fikirîn da. Alternatîfa wê dibe ku bûbûya rewşeke xeter ya nayê qebûl kirin." Trump got.

Medya Koreya Bakur ragihandibû ku serokê wî welatî Kim Jong Un, berî ku mûşekan bifirîne dê li helwestên Amerîka binêre.

Berî girjîya niha ya di navbera Amerîka û Koreya Bakur de, Trump derbarê Kim Jong Un gotinên erênî kiribûn.

Trump di meha Gulanê de jî gotibû ku ‘’hevdîtina bi Kim Jong Un wê bo min şerefek be.’’

XS
SM
MD
LG