Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Hilcivîna ligel Kim Jong Un Betal Dike


Serokê Amerîka Donald Trump îro Pêncşemê ragihand ku ew hilcivîna plankirî ya ligel Serokê Koreya Bakurî, Kim Jong Un betal dike.

Trump di nameyeke taybet de ji Kim re got ku jiber hêrs û neyartîya berbiçav ya di daxuyanîya herî dawî de wî biryara betalkirina hilcivîna 12'ê Hezîranê daye.

“Ez çaverê bûm ku li Sîngaporê bi te re bim. Mixabin, jiber hêrsa te û neyartîya berbiçav ya di daxuyanîya te ya herî dawî de, ez giheştim vê nêrînê ku aniha pêkanîna vê civînê ne guncaw e.”

XS
SM
MD
LG