Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Nameya Kim Balkêş Bû


Serokê Amerîka Donald Trump ragihand ku dê bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re bicive.

Trump, piştî ku nûnerê Koreya Bakur Kim Jong Chol, nameya Kim Jong Un li Qesra Sipî da wî, lidarxistina hilcivînê eşkere kir.

Trump da zanîn ku Koreya Bakur dixwaze ku çekên navokî pûç bike, lê Pyonyangê ew agahî piştrast nekir.

Trump ser nameya Kim Jong UN jî got ku "pir balkêş bû"

Serok Trump hefteya borî hilcivîn betal kiribû, lê piştre karbidestên Amerîka û Koreya Bakur bo hilcivînê li hev kiribûn.

Li ber e ku her du rêber di 12'ê Hezîranê de li Sîngaporê bicivin.

XS
SM
MD
LG