Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY, Donald Trump û Kim Jong Un Jiber Hewildanên Hilcivînê Pîroz Dike

Zarvakerên Trump û Kîm li kolanên Sîngaporê
Zarvakerên Trump û Kîm li kolanên Sîngaporê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un kir ku fersenda bo Nîvgirava Kore ya bi aştî û aramî bikar bînin.

Guterres ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew her du rêberan jiber hewildanên çareserîyê û şikandina peyvajoya bi metirsî ya par pîroz dike.

Guterres da zanîn ku ‘’aştî û pûçkirina çekên navokî divê armanca hevbeş ya sereke be’’ û got ku wî meha borî bi nameyan ji her du rêberan xwestîye ku divê qonaxa nû hevkarî û lihevkirin be û dozeke hevbeş çêke.

Guterres dîyar kur ku eger her du alî jî bixwazin, pergala piştrastkirinê jî di nav de, NY bo piştgirîya peyvajoyê amade ye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG