Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ew hêvî dike ku bi Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un re di meha Rêbandan yan Sibatê de bicive.
Trump dema ji Arjantînê vedigerîya Amerîka da zanîn ku ew bo civînê sê cîhan dinirxînin, lê derbarê wan cîhan ti agahî neda.
Wî da zanîn ku peywendîya wî û Kim baş e û got ku ew dixwaze ku serokê Koreya Bakur vexwîne Amerîka.
Her du rêber cara pêşî par di meha Hezîranê de li Sîngaporê kom bûbûn, ser pûçkirina çekên navokî yên li Koreya Bakur axifîbûn lê ti lihevkirin çênebûbû.
Raporên îstixbarata Amerîkî radigihînin ku Pyongyang bernameya navokî didomîne.
Piştî hilcivîna Trump û Kim, Koreya Bakur hîn ti ceribandina navokî nekiriye.