Serokê Amerîka Donald Trump û karbidestê payabilind yê Koreya Bakur Kim Yong Chol li Qesira Sipî kom bûn.
Qesira Sipî ragihand ku Trump û Kim Yong Chol ser peyvajoya pûçkirina çekên navokî yên Koreya Bakur û hilcivîneke nû ya Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un axifîne.
Li gor daxuyanîyê, Trump û Kim Jong Un dê di dawîya meha Sibatê de careke din hilcivînekê li dar xînin û cîhê hilcivînê dê di demeke pêş de were eşkere kirin.
Trump û Kim Jong Unc cara pêşî, par li Sîngaporê kom bûbûn.