Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Hilcivîna Trump û Kim Jong Un Ti Peyman Derneket


Ji hilcivîna Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ti peyman derneket.

Berdevika Qesira Sipî Sarah Sanders ser hilcivîna li Hanoî ya paytexta Vîetnamê got ku ‘’Di vê qonaxê de hîn ti peyman çênebûye’’ Sanders da zanîn ku dê karbidest di rojên pêş de careke din danûstandinan bikin.

Hevdîtinên Trump û Kim Jong Un berî dema plankirî bi dawî bû.

Qesira Sipî do Çarşemê ragihandibû ku Trump û Kim Jong Un dê peymaneke hevbeş îmza bikin, lê ser peymanê ti hûrgilî nedabû.

XS
SM
MD
LG