Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Kim Jong Un ji Min re Nameyeke Pir Xweşik Şandiye


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un ji wî re ‘’nameyeke pir xweşik’’ şandiye.

Trump ji rojnamevanan re da zanîn ku dibe ku dibe ku ew bi Kim Jong Un re civîneke nû çêke, lê ti dem negot.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo roja Çarşemê gotibû ku ew ser domandina danûstandina bi Koreya Bakur re geşbîn e.

Pompeo dîyar kiribû ku ew plan dikin ku di rojên pêş de bi Koreya Bakur re civîneke nû çêkin.

Trump û Kim Jong Un herî dawî di 30’ê Hezîranê de hevdu dîtibûn, lê Koreya Bakur piştre muşekên nû tes kiribûn.

Her du rêber heta niha 3 caran kêm bûn lê li ser pûçkirina çekên navokî ti pêşketin çênebû.

XS
SM
MD
LG