Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Hilcivîna Dîrokî de Trump û Kim li Sîngapor Kom Bûn


Di hilcivîna dîrokî ya çaverêkirê de Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jung un li girava Sentosa ya Sîngaporê hatin ba hev.

Trump û Kim pêşî bi hevre derketin pêş rojnamevanan, dû re jî li hindurê otelê, bi hevre pêyase kirin û peyamên kin dan rojnamevanan.

Wek pirsa “Birêz Serok hilcivîn heta niha çawa dihere?”

Trump got ku “Hilcivîn pir, pir baş didome. Peywendîya we gelek baş e.”

Trump û Kim bi hevre li ser kursî rûniştin da ku rojnmevan bikaribin wêne û dîmenan bigirin.

“Hêsteke pir hêja ye. Emê hilcivîneke pir hêja pêk bînin û bi nêrîna min ev hevdîtin dê gelek serketî be. Ev ji min re serbilindîyek e. Peywendîyeke me ya baş wê hebe û ez di vê yekê de bê guman in.”

Kim jî dîyar kiri ku giheştina vê konaxê bi hêsanî pêk nehat.

"Gelek kes li cîhanê, wek xewn û fantezîyên ji fîlmekî nerastbîn li vê hilcivînê nêzîk bûn, lê binêrin em îro li vir in. Dema borî li ser baskên me wek zencîr bû û kiryar û pêşhikûmên kevn li pêş me bûn asteng, lê me dikarîbû hemîyan têk bibin û bigehijin vê kelîyê ku em tê de ne,” Kim got.

“Erê rast e,” Trump tev li gotinên Kim bûbû.

Piştî ku her du rêber, di fîravîneke xebatê de li pirtûkxaneya otelê kom bûn, Trump kêfxweşîya xwe li ser hilcivînê ragihand,

“Rêzdar Serok, rûmeteke mezin e ku ez niha bi te re me û ez baş dizanim ku emê îro serketineke pir mezin bi dest bixin. Emê vê pirsgirêka mezin çareser bikin ku heta niha nehatibû çareser kirin. Ez dizanim ku bi hevre karkirinê, emê vê kêşeya girîng çareser bikin. Pir spas,” Trump got.

XS
SM
MD
LG