Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump û Kim Jong Un bo Hilcivînê Derbazî Hanoî ya Vîetnamê Dibin


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bo hilcivînê diçin Hanoî ya Vîetnamê.

Li ber e ku Trump îro Sêşemê ber bi êvarî bigêhîje Hanoî.

Trump berî bi rê keve ji Twitterê ragihand ku ew ‘’bi heyecan’’ li bendê ye ku beşdarî wê hilcivînê bibe.

Kim Jong Un, piştî bi rêka bi trên ya bi qasî 4000 kîlometre, gêhişt Vîetnamê.

Serokê Koreya Bakur, piştî rêya ku zêdetirê du rojan ajot, li Îstasyona Dong Dang peya bû û bi maşîneyeke din ber bi Hanoî ve bi rê ket.

Her du rêber, par li Sîngaporê kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG