Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump Dijî Koreya Bakur ji Çînê Alîkarî Xwest


Donald Trump û Xi Jinping, bi xanimên xwe Melania Trump û Peng Liyuan
Donald Trump û Xi Jinping, bi xanimên xwe Melania Trump û Peng Liyuan

Serokê Amerîka Donald Trump, jiber pêşvebirina bernameya çekên nukleer bo Koreya Bakur got ku li belayê xwe digere.

Trump li ser Twitter'ê bang li Çînê kir ku jibo rawestana Pyongyang'ê ew jî alîkarîyê bike.

"Ger Çîn alîkarîyê bike ewê pir xweş bibe, ger neke jî emê bêyî wan vê mijarê çareser bikin" Trump got.

Serok Trump, derbarê planên Amerîka yên ser Koreya Bakur ti hûrgilî neda.

Di twîteke din de jî, Trump dîyar kir ku di hevditîna bi hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping de, wî gotîye ku ger mijara Koreya Bakur were çareser kirin, ewê bi Çînê re peymaneke aborî çêkin ku jibo wî welatî ya baş ew e.

Pispor dibêjin ku hevalbendê herî mezin yê Koreya Bakur, Çîn e ku ew ji wir çekan jî distîne. Piştî Koreya Bakur bi ceribandina muşekan toleyên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin, Çînê jî nerazîbûna xwe nîşan da.

Rêvebirîya Trump, dawîya hefteyê wek peyameke hişyarîyê jibo Koreya Bakur, fîloyeke êrîşê şandibû Nîvgirava Kore.

Karbidestên Koreya Bakur dibêjin ku êrîşa Amerîka ya li Sûrîyê nîşan didin ku pewîstî bi bernameya nukleer heye.

XS
SM
MD
LG