Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Ser Ceribandineke Nû ya Muşekan Koreya Bakur Hişyar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Koreya Bakur ceribandineke din ya nukleer pêk bîne ‘’ewê bi vê kêfxweş nebe’’

Trump, di bernameya ‘’Face the Nation’’ ya kanala CBS de got ku ‘’Ez dikarim ji were bibêjim ku ewê Serokê Çînê jî, ku însanekî pir hêja ye, kêfxweş nebe’’

Ser pirsa ‘’Dijî rejîma Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un operasyoneke leşkerî li rê ye yan na?’’, Trump got ku ‘’Ez nizanim, emê bibînin’’

Koreya Bakur roja Şemîyê jî muşekek ceribandibû, lê Koreya Başûr ragihandibû ku ceribandin bi ser neketîye.

Derbarê ceribandina nû, Trump ser Twitter’ê gotibû ku Koreya Bakur her çiqas di ceribandina nû de bi ser neket jî li hember Çînê û serokê wê yê ‘’hêja’’, ‘’bêhurmetîyê’’ dike.

Ceribandina nû ya Koreya Bakur, çend demjimêr piştî ku Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, li Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dijî Koreya Bakur hişyarî da û got ku ger pêşî neyê ewê encamên wê ‘’afat’’ be pêk hat.

XS
SM
MD
LG