Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Koreya Bakur Dev ji Kiryarên Xirab Bernade


Serok Donald Trump dîyar kir ku dijî Koreya Bakur rêka leşkerî nabijêre, lê ger ew rêk were tercîh kirin dê jibo Koreya Bakur "rojeke xembar" be.

Trump, di daxuyanîyekê de, ku bi Emîrê Kuveytê Sabah el Ahmed el Jaber el Sabah li dar xist, da zanîn ku Koreya Bakur divê dev ji kiryarên xwe yên xirab berde.

Trump dîyar kir ku dijî Koreya Bakur gaveke leşkerî rêyek e û axaftinên 25 sal jî ti encam nedaye.

"Ez rêka leşkerî tercîh nakim, lê elbet ew jî pêkan e" Trump got.

Trump da zanîn ku Artêşa Amerîka ji hemî demên berê xurttir e û hemî alavên wê jî nû ne.

XS
SM
MD
LG