Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Trump: Divê Hemî Cîhan Dijî Gefa Koreya Bakur Bibe Yek


Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson dîyar kir ku Serok Trump û hevtayê wî yê Çînî Xi Jinping, di hevdîtinên Pekînê de ser mijara Koreya Bakur li hev kirine.

Tillerson, ku bi Serok Trump re li Çînê ye, ji medyayê re ragihand ku Trump û Jinping ser mafên mirovan û kêşeyên Derya Çîna Başûr jî axifîne.

‘’Karbidestên Çînê bi awayekî eşkere û zelal ji me re gotin ku ew dijî çekên navokî yên Koreya Bakur in’’ Tillerson got.

Tillerson da zanîn ku ‘’Armanca her du dewlet jî eynî’’ û dîyar kir ku her du alîyan ser stratejîya dijî Koreya Bakur danûstandina fikran kirine.

Tillerson ragihand ku Trump ji Jinping re gotiye ku ‘’Tu mirovekî bi hêz î. Ez bawer dikim ku tuyê vê kêşeyê bo min çareser bikî’’

Serok Trump berî axaftina Tillerson, bo Koreya Bakur gotibû ku ‘’rejîma kujer’’ û dîyar kiribû bo cîhan ji gefa Pyongyangê rizgar bibe, divê Amerîka û Çîn bi hev re bixebitin.

Trump, di preskonfenferansa hevpar ya bi Jinping re da zanîn ku Washington û Pekîn êdî di mijara Pyongyangê de ewê çewtîyên xwe yên berê dubare nekin û dîyar kir ku Koreya Bakur jiber wan çewtîyan teknolojîya xwe ya çekên navokî pêşde birîye.

‘’Divê hemî cihana modern dijî gefa Koreya Bakur bibe yek’’ Trump got.

Serokê Çînê Jinping jî di preskonferansê de dîyar kir ku ewê bi awayekî tund û bibiryar nîvgiravê ji çekên navokî paqij bikin.

Serok Trump, di civîna bi bazirganan re de, jiber toleyên Çînê yên dijî Koreya Bakur ji Jinping re spas kir.

XS
SM
MD
LG