Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Donald Trump, Koreya Bakur Hişyar Kir


Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un ‘’dijminîyê jinûve bide destpê kirin, ew dikare her tiştî hinda bike’’

Trump da zanîn ku Koreya Bakur divê çekên xwe yên navokî pûç bike.

Koreya Bakur herî dawî ragihandibû ku wan ‘’ceribandineke pir girîng’’ pêk anîye.

Serok Trump ji Twitterê bi bîr xist ku Kim Jong Un li Sîngaporê bi wî re ser pûçkirina çekên navokî peyman îmza kiriye û got ku ‘’Qey wê nexwaze ku peywandîya wî ya taybet ya bi serokê Amerîka re xirab bibe yan jî wê nexwaze mudaxîlî hilbijartina seroktîyê ya meha Mijdarê bibe’’

Wî dîyar kir ku kapasîteya Koreya Bakur bo aborîyê "pir baş e" û amaje kir ku divê ew berê çekên navokî pûç bikin.

Koreya Bakur dide zanîn ku Amerîka divê ‘’sîyaseta xwe ya yekalî ya bo pûçkirina çekên navokî’’ biguherîne û hin toleyên dijî wê betal bike.

Nûnerê Koreya Bakur yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) roja Şemîyê gotibû ku ewê êdî bi Amerîka re ser pûçkirina çekên navokî danûstandinan nekin.

XS
SM
MD
LG