Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Çima Berpirsê Sazîya Ewlekarîya Sîberî ji Kar Dûr Xist?


Chris Krebs
Chris Krebs

Serokê Amerîka Donald Trump şeva Sêşemê bi peyameke ser Twitterê berpirsê yekê ya ewlehîya înternetî ya Amerîka Chris Krebs ji kar dûr xist.

“Krebs tevî dengdana kesên mirî, destûr nedana çavdêrên hilbijartinê têkevin hindurê navendên dengdanê û rewşa gelek sextekarî û xelatîyên mezin û herwiha xelatîyên makîneyên dengan ku Trump bo Biden hesiband, bi daxuyanîyeke qet nerast mirovan îkna kiriye ku hilbijartin ewle bû, “Trump li ser Twitterê got.

Serok Trump îdiaya xwe ya ser hilbijartinê domand û red kir ku serketina serokê hilbijartî Joe Biden qebûl bike.

Her çend karbidestên hilbijartinê yên ji her du partîyan ragihandibû ku ew ti delîlên xeletîyên cidî nabînin jî, tîmên kempeyna Trump li eyaletên biryarder gelek doz vekirine.

Reuters dibêje ku xebata Krebs ya bi armanca parastina ewlehîya ser înternetê û tekoşîna bi ragihandina xelet yên derbarê dengdanê ji alîyê qanûndanerên her du partîyan û karbidestên eyalet û hilbijartinê yên li seranserê welat hatibû ecibandin.

Lê, jiber ku Krebs piştevanîya îdiayên maytekirina hilibjatinê yên Trump red kiribû, rûbirûyê hêrs û rexneyên Trump û hevalbendên wî mabû.

Krebs ji damezirandina Ajansa Ewlekarîya Sîberî û Binesazî ya Amerîka (Cybersecurity and Infrastructure Security Agency /CISA) ya du sal berê vir ve seroktîya vê dikir.

Reuetrs ji zarê sê kesên agahdar îdia dike ku Qesira Sipî jiber malpera CISA ya bi navê "Rumor Control" ku agahdarîyên çewt û derew yên derbarê hilbijartinê pûç dike, ji Krebs aciz bûye.

Matthew Travis, cîgirê Krebs û karbidestê duyê ya CISA jî şeva Sêşemê karvekişandina xwe dîyar kir.

Du karbidestên berê ragihandine ku nerazîbûna Qesra Spî ji Krebs sala borî mezin bû, jiber ku Trump ewlehîya dengdanê ya bi postayê rexne kir, lê CISA hember vê yekê sekinî û got ku ew awayekî ewle ya dengdanê ye.

Bi sedema fîkarên di derbarê pandemîya vîrusa korona îsal dengdana bi postayê bi rêjeyeke rekorî pêk hatibû.

XS
SM
MD
LG