Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Ger Tirkîye Êrîşê Kurdên li Sûrîyê Bike Emê Wê bi Awayekî Aborî Wêran Bikin


Serokê Amerîka Donald Trump ji Twitterê dîyar kir ku ger Tirkîye li Sûrîyê êrîşê Kurdan bike ewê wî welatî ''bi awayekî aborî wêran bikin.''

Trump da zanîn ku ew dê herêmeke ewle ya bi qasî 20 mîlan, ku 32 kîlometre ne, çêkin.

‘’Ji Sûrîyê, vekişîna pir derengmayî destpê kir û di heman demê de em êrîşên giran dibin ser tiştên ji ber xîlafeta herêmî ya ji DAIŞ’ê mayî.’’ Trump nivîsî.

Wî da zanîn ku ger DAIŞ xwe jinûve komî ser hev bike, ewê ji bingehên nêz êrîşan bibin ser wê rêxistinê.

Serokê Amerîkî di tweetên xwe de bang li Kurdan kir ku Tirkîyê ‘’provoke’’ nekin.

Trump herwiha dîyar kir ku sîyaseta Amerîka ya ser tunekirina DAIŞ’ê herî zêde kêrî Rûsya, Îran û Sûrîyê hatiye.

Koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, hevkarîyê dike, lê Tirkîye wan wek rêxistinên terorîst dibîne.

Serok Trump meha borî dîyar kiribû ku ew dê leşkerên Amerîkî yên li Sûrîyê vekişînin, lê karbidestên Amerîkî yên payabilind ser wê biryarê bertekên tund nîşan dabûn û gotibûn ku heta ku DAIŞ li Sûrîyê bi temamî têk neçe divê ew ji wir venekişin.

XS
SM
MD
LG