Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Divê Tirkîye li Kurdan û HSD'ê Xirabîyan Neke


Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêka telefonê ser Sûrîyê axifîn.

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê ragihand ku Trump û Erdogan derbarê hevkarîya piştî vekişîna ji Sûrîyê peyivîne.

Li gor daxuyanîyê, Serok Trump dîyar kiriye ku ew dikarin ser fikarên Tirkîyên yên bo bakurê rojhilata Sûrîyê tev bixebitin û daye zanîn ku divê Tirkîye dijî Kurdan, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û komên din yên dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer kirine bi awayekî xirab tevnegere.

Di daxuyanîyê hat gotin ku bo danûstandinên ser Sûrîyê bidomîne dê Serokê Hêzên Hevbeş yên Amerîkî Joseph Dunford û serfermendarê Tirkîyê kom bibin.

Trump ji Twitterê gotibû ku ger Tirkîye êrîşê Kurdan bike ewê wî welatî ‘’bi awayekî aborî wêran bikin’’

XS
SM
MD
LG